LORÎN
LORÎN
Dema weşanê: Nîsan 24, 2019, 5:05 Dîtin: 1081

ÇEND LORÎNÊN ŞEMREXÊ

 

Gewra boza li hewa

Nexşê hûrik li dawa

Gewrê nadim heft lawa

 

Gewra boza li guhnî

Mîna kewan dixwînî

Xal jêr bûne xwazgînî

 

Gewra boza li guher

Giya çinî xist cuher

Bir cahnîka xalê xwer

 

 

Lo dîno lo ha dîno

Kumsor û şalwar şîno

Keççika direvîno

Bajaran digerîno

Mala xalan datîno

 

...

 

Sîng spî penîrê ter

Doţmama li ser kir şer

 

 

Lo kuro çima çima

Zîwana nav genima

Fîncana desthakima

 

 

Dilêm ket qîza xalê min

Ez dixwazim nadin min

 

 

Lawiko ha lawîno

Kiras quto cawîno

Bi ebaka şalîno

Ebê-l xwe ke danîno

 

Lawiko ha lawijo

Seydvano kîrgokujo

Gîhara ewr û mijo

Daw û dêl ne paqijo

 

 

Nîşe: Min ev çend rêzikên lorînan ji dayika xwe ku ji bilî Kurdî ti zimanî nizane, wergirtiye. Min her lorînê bi sêxalan cuda kiriye.  Dibe ku hîn dirêjtir bin. Û dibe ku li herêmên din şêweya wan a cudatir hebin, lê belê li cem me, werê dihên zanîn.

 

Mustafa Rêzan

23.03.2019

Şemrex / MÊRDÎN