Jînenigarî ya Mustafa Rêzan

Ez Mustafa Rêzan. Ji navçeya Şemrexê ya bajarê Mêrdînê me. Di malbateke xwedî pez û sawal hatim dunyê. Min biçûkahiya xwe de wekî gelek zarokên Kurd, karvênî û berxvanî kir.  Û bûm şivanê biçûk. Di 10 saliya xwe de min dest bi şivantiya mezin kir û bûm şivanê nêzî sed mîh û bizinan. Min heya bîst saliya xwe şivantî kir. Paşê di 2010an de beşa mamostetiya kesên astengdaran li zanîngeha Selçûkê qezenc kir. Di sala 2014an de  min zanîngeha xwe encam da û di heman salê de  li bajarê Amadê dest bi mamostetiyê kir. Niha li bajarê Mêrdînê li dibistaneke fermî mamostetiyê dikim.

Bi destpêka zanîngehê ji bo min xebata Kurdî jî destpê kir. Ji ber ku mamosteyekî nijadperist li polê peyva "Hanse"yê ku navê keçeke Kurd a Qosera Mêrdînê bû, pirs kir Her kesê ramana xwe got. Hinekan got bi îngîlîzî, hinekan got; bi Îbranî, hinekan got; bi Erebî, û min jî bi dilek saf û zelal gotibû "ezbenî ev tişt dibe ku Kurdî be. "Lê belê mamosteyê nijadperist, kevir û kuçik li xwe barand û hebûna zimanekî wusa red kir. Û ji bo min xebata kurdî destpê kir. Sipas ji bo wê mamosteyê nijadperist ku ruhê min î Kurdî  hişyar kir. Ewro ewro her çiqas bi lawazî be jî xebatkarekî kurdî me.

Mustafa Rêzan

Mustafa Rêzan

Nivîskar